1. moza pirî li ser qalikê zeveşa xwe datîne û dixwe jêra dibêjin moza zeveş, moza ku awê kerê xwarinê dixwe û hingiv çênake.., lê bêbavê derba kuştinê li meriv dixe bivedana xwe, moza ger vedanek baş bike dikare ser û çav li meriva bi werimîne.., bira format li vir bimîne.. moza ku min û wê pir bi hev vedaye bi vî awhayî: hêlîna wê di xanîyê meda hebû ez jî diçûm min zixtika di qula wande radikir û di revîyam de here û de neçe.. lê dîsa ez biçûma dinya wî alî jî ji vedana wan xelas nedibûm carna, werhasil paşê min bi serê darikva naylon şewitand û min bir ber devê qula wan heba derket baskê wê dişewitî diket erdê.. edî ewro ez bi serketim min wan qedande lê niha ez îtirafdikim ku berê min wan daye işkenceyê.. ê bira wan jî hingiv çê bikira zanin bi meriv vedin nizanin hingiv çêbikin lê wan jî heyfa xwe hilanîye carek gohê min, carek çavê min, .. |
|
04.12.2015 02:16 ~02:20 |
shorbevan
|
2. (bnr: sêw) |
|
04.12.2015 09:39 |
xendekî
|
3. moza dibe ku navên wê yên kodî jî hebin lê rastî jî em jêre wisa dibêjin dibe ku navên wê û din jî hebin an dibe ku em şaş dibêjin lê min ji berî xwe ev nav nexuliqandîye.. |
|
04.12.2015 13:25 |
shorbevan
|
4. moza ku li farqînê navê wê wiha ye. tabî rastiya wê "zebeş" e ji ber ku "b"yên kurdî li farqînê dibin "v" îca dibêjin "zeveş" |
|
04.12.2015 16:32 |
ceso
|
5. li derdorê meletiyê bi kurmancî ve rê moza hespan tê gotin û wekî wan hin cureyên reş û mezin re jî moza keran...digotin jehra wan hinek xurt e ku alerjiya meriv hebe li hember mozan dikare merivan bikûje jî.. |
|
05.12.2015 19:17 |
havka
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |